• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fîlmên bi derd û kesera kurdî

Fîlmên bi derd û kesera kurdî
Rojnameger û lêkolînerê xweyşuret Salihê Kevirbirî van salên dawî pênûsa xweye rêj û adan re tevayî bi hizkirin kamêra hilgirtîye û daye li rîya rojnamevanîya dokûmêntal, bi merd-merdane destbi kişandina belgefîlmên bi mijara kurdî kirîye. Ew bi xwe bûye lêkolîner, derhêner, bêjer û amadekar. Wek gelê me dibêje: “Her tişt li bejna sîyarê min tê!” Karekî pirr zehmet, lê gelekî kêrhatî û pîroz birêz Salih hildaye li ser milê xwe...

Mijarên belgefîlmên wî li ser çand, huner, edebiyat û dîroka kurdên Sovyêta berê ne. Televizyona Rûdawê xwe daye ber van xebatên hêja û rojnamevanê me yê kêrhatî jî daye pey şopa kurdên Sovyetistanê. Rojek li Kazakistanê ye, rojek li Rûsyayê ye, roja din li Kirgizîstanê ye, rojeke dinê jî te hew nihêrî hogirê pênûsê Salih li Ermenistanê û Gurcistanê ye.

Kek Salih li ser êş, derd û kul, keser û hisrerta wana radiweste û rewşa wane îroyîn tîne li ber çavan. Raste, gava navên belgefîlmên wî dibhêyî û dixwînî, yekcar tu li serva diçî, ku mijar li ser çi ye. Lê gava belgefîlman mêze dikî, hêja tê dighîni, ku xudan bi çi hostatîyê mijara wan fîlman vedikole, raber dike û derdixe mayadanê.

Heya niha Salihê Kevirbirî ev belgefîlm amade kirine û weşandine: “Sirgunbûna Kurdan Ber bi Asyaya Navîn”, “Li Ermenîstanê Derdekî Bê Derman–Kurdbûna Êzîdîyan”, “Kurdên Gurcistanê”, “Mereşalê Petrol û Gazê Nadir Nadîrov”, “Kurdên Kîrgîzîstanê Cînarên Çînê”, “11 Salên Mele Mustefa Barzanî li Sovyetistanê” û “5 Hezar Kîlometre Dûr, lê 5 Kîlometre Dûr; Li Kazaxistanê Sê Gundên Kurdan.” Ev belgefîlm, bêguman, delîlên giring û kêrhatî ne û wekî derî-pencerên çavkanîyên nû li ber lêkolînerên dîroka kurdên Sovyêta berê vedikin.

Tiştekî şabûnê ye, ku Salihê Kevirbirî mijara xweye hizkirî pêşva dibe û bi fîlmên nû ve dewlemend dike. Vê gavê çend belgefîlmên wî yên dinê jî ji bo weşanê amade ne: “Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo”, “Axînek Ji Kezebê Radyoya Yêrêvanê”, “Mêrxasekî Kurdên Kafkasyayê Keremê Anqosî”, “Rojnameya Riya Teze”, “Şamîran Xweş Mekan E», “Elegez û Şîr”, “Kurdistana Sor” û yên mayîn.

Bêguman, salên bên û herin û belgefîlmên Salihê Kevirbirî yên bi êş, derd û kesera kurdî ji bo nifşên nû ne ku tenê wê bibine çavkanîyên balkêlş, lê usan jî delîlên dîrokîye giranbaha. Ji ber vê yekê jî em nihava hogirê xweyî pênûsêra dibêjin: «Mala te ava Salihê Kevirbirî! Keda te tu caran deya naçe, wê heta-hetayê bibe milkê gelê me!».

* Prîskê Mihoyî, Xebatkarê berê yê Rojnameya Rya Teze. Vê gavê ew wek Cîgirê Serokê Beşê Çapemenîyê ya Wezareta Çand û Weşanan a Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya) kar dike. Ew rojnamevanê vê komarê yê emekdar e.

Rudaw
Top