• Wednesday, 17 July 2024
logo

Tenê muzexaneyeke Zerdeştiyan heye

Tenê muzexaneyeke Zerdeştiyan heye
Muzexaneya Zerdeştiyan a li bajarê Kirmanê ya li rojhilate Îranê, yekemîn û take muzexaneya Zerdeştiyan e li seranserê cîhanê. Sê Zerdeştiyên bi navên ‘Behdînan Ferzane, Hermezdiyar Îşîderî û Mehîndoxt Siyaweşan 1992’ê dest bi çêkirina muxzexaneyê kirin û di sala 2002’ê de temam kirin.

Avahiya muzexaneyê ji aliyê Mehîndoxt Siyaweşan ve wek diyarî ji bo agirdana Kirmanê hatiye çêkirin û du qate. Yek ji girîngtirîn û kevintirîn şûnwara dîrokî ya di nav muzexaneyê de, pirtûka destnivîsa Gatayan (Yek ji pirtûkên pîroza ola Zerdeştî) û agirdaneke pîroz e.

Herwiha di muzexaneyê de bi dehan corên agirdan, şûnwarên dîrokî yên taybet bi rêveberina merasîmên ola Zerdeştiyê hene. Di beşeke din ya muzexaneyê de cilên taybet bi jinên Zerdeştî û kel û pelên ciwankariyê ku dîroka wan vedigere 150 sal beriya niha tên parastin.

Destivîseke li ser kevir a serdema Nasiredîn Şahê Qacar di muzexaneyê de heye ku behsa kesayetiyê navdar ê Zerdeştî yê Hinustanê ‘Mankicmî Huşeng Cî Hatirpay’ dike ku piştî serdana agirdana bajarê Kirmanê bi awayekî xwebexş karê nûjenkirina vê agirdanê kiriye.

Di wêneyekî dîrokî de wêneyê nûnerê zerdeştiyên Kirmanê li Encûmena Nîştîmanî ya Îranê yê serdema Qacariyan li kêleka nûnerên gelên din yên nav Îranê ’’Keyxusrew Şahrox’’ heye. Rolekî serekê yê Şahrox di avedanî û pêşxistina Îranê û piştgîriya peyrewên Zerdeştiyan hebû bi awayekî ku semahetê navdar ê Şieyan li Îranê Ayetulah Muderes, derbarê Şahrox de gotiye: ‘‘Eger misilmanekî rastîn di nav Encûmena Nîştîmanî ya Îranê de hebe, erbab Keyxusrew Şahrox e’.

Hemû salekê di cejna Newrozê de kur û keçên Zerdeştî yên bajarê Kirmanê bi awayekî xwebexş di muzexaneya Zerdeştiyan de amade dibin, pêşwaziya geştyaran dikin û derbarê ola Zerdeştî û dîroka wê de agahiyan didin mêvanan.

Basnews
Top