• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fîlmê wan hat dûrxistin da xelata baştirîn fîlm wernegirin

Fîlmê wan hat dûrxistin da xelata baştirîn fîlm wernegirin
Di çarçoveya fesîvala sînemaya îsal a Îranê “Fecir” de, fîlmê “Ture nîm” wate ez neacizim, ku derhênerê wê Reza Dormenîşan e, bala hemû aliyekî kişand û rexnegir û bînerên sînemayê pêşbînî kirin ku ew fîlm xelata îsal a festivalê wergire, lê bi awayekî biguman di beşa dawî ya festivalê de ev fîlm hat dûrxistin, û ev yek bû sedema rexneyên giran ji aliyê rexnegirên sînema Îranê ve.

Çîroka wî fîlmî derbarê xwendekarekî Kurd ê bi navê Newîd de ye ku piştî bûyerên sala 2009’an li Îranê, ew xwendevan bi sedema çalakiyên siyasî û alîgirtina reformxwazan, ji zanînehê tê derxistin.

Newîd evîndarê keçeke xwendevan bi navê Sitare ye û ji bo bigihe Sitare berê xwe dide bazara azad, ew hewl dide ku evîndara axwe bidest bixe, lê bavê wê keçê Newîd wek kesekî bêker, derxistî ji zanîngehê û hejar dibîne û razî nabe ku keça xwe bide xortekî Kurd. Ji ber zextên civakî û siyasî rewşa Newîd ya derûnî têk diçe, û ligel bavê evîndara xwe şer dike û bavê evîndara xwe dikuje, piştre ew keç tê girtin û li cihekî giştî tê darvekirin.

Newîd Mihemed Zade li parêzgeha Îlam a Rohjilatê Kurdsitanê ji dayîk bûye, rola wî ciwanî dileyize û ew wek yek ji baştirîn rolên sînemakaran Ii Îranê tê dîtin, Reza Eteran lîstikvanê mêr ê Îranî piştî wergirtina nasnavê baştirîn lîstikvan, ragihandibû ku divabû Newîd wê xelatê werbigire.

Fîlê “Ture nîm” li Festival Berlînê ya Elmaniyayê hate nîşandan, û bala bînerên rojavayî bi aliyê xwe de kişand û Newîd Mihemed Zade, Baraba Kewserî û Reza Dormenîşiyan derhênerê fîlîm di wê festivalê de amade bûn.

Basnews
Top