Huner Selîm û Hîşam Zemanî fîlmên xwe pêşan didin
![Huner Selîm û Hîşam Zemanî fîlmên xwe pêşan didin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/8977879797.jpg )
Derbarê festîvalê de Rêveberê Festîvalê Sîdar Bêxît got: ‘’Pêşwaziya xelkê li festîvala sala borî gelekî baş bû, îsal jî Kurd û Swêdiyan bi awayekî germ pêşwazî li festîvalê kirin.’‘
Hîşam Zemanî bi fîlmê ‘ Berî Berfbarînê’ beşdarî festîvalê bû, ku sala borî hatiye berhemanîn û heta niha du caran xelata ‘Baştirîn Fîlmê Bakurê Ewropaya’ di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Goteborgê de bidest xistiye. Fîlm jî qala şerefparêziya Kurdan dike.
Du sal berî niha çend ciwanên daniştvanên Swêdê fikra vê festîvalê bi awayekî xwebexş dariştin, ji xeynî Kurdan. Herwiha xebatkarên kulturî û fîlmsazî yên Swêdî jî beşdarî vê festîvalê dibin.
Basnews