Xaliqî piştî 35 salan ji medya Îranê re axifî
![Xaliqî piştî 35 salan ji medya Îranê re axifî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/87776686688.jpg )
İRNA’yê derbarê Xaliqî de wiha nivîsiye: ‘’Ev hunermendê 75 salî rêveberê giştî yê radyo û televizyona Kirmanşan û Sine bû, zêdeyî 250 stranên folklorî gotine, piştî Şoreşa Îslamî amade nebû ligel hîç ragehandineke Îranî biaxife.’‘
Xaliqî ligel İRNA’yê behsa radyoya Kirmanşan di wê serdemê de dike û wiha pêde diçe: ‘’Dema ez serperştyar bûm radyoya Kurdî ya Kirmanşan duyem baştirîn radyoya Îranê bû û Başûrê Kurdistanê jî guh dida bernameyên wê.’‘
Di vê hevpeyvîna xwe Mezher Xaliqî wiha dibêje: ‘’Kurdistan di warê muzîk û folklorê de pêgeheke wê ya girîng heye û janyar û stranbêj jî sedema serekî ya pêşketina muzîkê ne li Kurdistanê.’‘
Hunermendê Kurd Mezher Xaliqî axaftina xwe wiha diqedîne: ‘‘Kurd xwedan kultureke dewlemend in û li Rojhilata Navîn jî xwedan pileyeke taybet in. Herwiha hevwelatiyên Kurdistanê bi wefatirîn û hesttirîn xelkê cîhanê ne.’‘
Mezher Xaliqî sala 1939’ê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Piştî şoreşa Îranê û hatina ser kar a Komara Îslamî, ber bi Ewropayê koç dike û niha Rêveberê Enstîtuya Kelepûra Kurdî ye li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê.
Basnews