• Wednesday, 17 July 2024
logo

Yelda Ebasî dixwaze li Kurdistanê konserekê bide

Gulan Media February 20, 2014 Hunerî
Yelda Ebasî dixwaze li Kurdistanê konserekê bide
Kurdên Xorasanê, sedan sale bi awayekî Kurdewarî dijîn, xwedan kultura xwe ya Kurdî ya resen in. Hunermendên Kurd ên Xorasanê dûrî çavê medyayên Kurdistanê mijûlê kar û parastina kultura xwe ne, xema wan a serekî axaftin û stran gotine bi zimanê dayîkê.

Yelda Ebasî, yek ji wan hunermendan e, ligel ku bi temenê xwe biçûk e lê ew hunermendeke bi ezmûn e di karê xwe de. Ebasî niha di nav Grûba Muzîkê ya Kwat de stranan dibêje û li dutarê dixe. Kwat, li ba Kurdên Xorasanê tê wateya bayê serê sibehê. Muzîka Kwat muzîka Kurdên Xorasanê ye ku ji kevin de û heta niha di nav wan Kurdan de belav e.

Yelda Ebasî, hunermendeke Kurd e ku xwedan dengekî resen û stîleke taybet e di warê gotina stranan de, ew ligel grûba Restak jî, ku grûbeke navdare li Îranê di warê muzîkê de, niha stran gotin bûye beşek ji nasnameya Yelda û malbata wê.

Di kitêba “Koça Dîroka Kurdî bo Xurasanê” de, Kelîmula Muhemedî wêneyekî dayika wê hunermedê bi cil û bergên Xorasanî yên foloklorî belav kiriye, û wek malbateke resen ya Kurd li Xorasanê behsa wan dike.

Yelda sala 1988’an li bajarê Şîrwan li Xorasanê ji dayik bûye, xwendina IT temam kiriye, ji zaroktiya xwe ve stranan dibêje. Herwiha di zaroktiya xwe de, Yelda li ser destê mamostayê Dutarjen ê Xorasanê Mecîd Ehmedî fêrî jenîna-lêxistina Dûtar bû, bo heyameke kêm tevlî grûbeke xwendekarên muzîkê diçe Qoçanê, piştre fêrî gotina stranan li ser stîla hunermendên kevnar ên Xorasanê bû.

Yelda Ebasî çendîn xelat di ware muzîk û stranan de wergirtine, herwiha derbarê ezmûna xwe ya hunerî de dibêje: “Di temenê 12 salî de min dest bi proveya gotina stranan kir, ji aliyê dayika xwe ve ez fêrî stranên Kurdî bûm, ev sedê salane Kurdên Xorasanê ji Kurdistanê dûr ketine lê wan ziman û kulturê xwe parastiye.”

Di beşekî din a gotinên xwe de Yelda wiha diaxife: “Ez dixwazim hemû stranên folklorîk ên Xorasanê bi stîleke nû bibêjim û nû bikim. Berhema min a yekemîn bi navê Kwat bû û dayika min ez teşwîq kirim, muzîka Kurdî li Xorasanê nifş bi nifş gihiştiye me û em ê jî wek erkekî niştimanî bighînin neviyên xwe, di van salên dawî de pêşwaziyeke baş li muzîka Xorasanê tê kirin, baştirîn awaz û stran li cem min foloklor û helbestên navçeyên Kurdî yên Xorasanê ne.”

Ebasî da zanîn ku niha hejmareke berçav a jinên Xorasanê stranan dibêjin û herwiha di sala 2008’an de beşdarî fîlmê Toreq bûbû ku çendîn xelatên navxweyî û cîhanî wergirtine. Yelda Ebasî di dawî de hêvî kir ku ew ligel Grûba Muzîkê ya Kwat konserekê li Herêma Kurdistanê bidin.

Basnews
Top