• Wednesday, 17 July 2024
logo

Jenîna enstrumantên bav û keçekê beşdaran dihejîne

Gulan Media February 17, 2014 Hunerî
Jenîna enstrumantên bav û keçekê beşdaran dihejîne
Kemançe enstrûmaneke kevnar a muzîkê ye li Kurdistan û rojhilata navîn ku niha li parêzgehên Kurdan wek Loristan û Îlamê zêdetir tê bikaranîn û hurmeta wê tê girtin.

Mamosteyên mezin û navdar yên jenyarên wê amûrê li Kurdistan û Îranê zêdetir Kurd in û yên herî baş, Erdeşîr Kamkar, Keyhan Kelhûr, Seîd Fercpûrî, Suhrab Nazêrî, nemir Mucteba Mîrzade û Elî Ekberê Şikarçî ne. Yek ji wan kesatiyan ku wek mamosteyê kemançeyê dihat nas kirin û li Kurdistanê zêde nedihat nas kirin, Elî Ekber Şikarçî ye.

Hunermend Şikarçî di sala 1949’an de li gundê ‘Çem Senger’ navçeya Pap a Loristanê ji dayik bûye û di beşa hunerên bedew a zanîngeha Tehranê de xwendiye û zêdeyî 40 salan e li heman zanîngeh, ya Sûreyê û navenda huneriya Çeng û Çawuş, fêrgeha mûzîkê ya Areş li bajarê Tehranê wek mamosteyê kemançeyê fêrkeran fêrî jenîna amûra kemançeyê dike û ji kesên din bêhtir kariye huner û muzîka resen a Lorisatnê bi xelkê Îran û cîhanê bide nasandin.

Ew mamoste li welatên Ewropa û Amerîkayê kemançeya Loristanî dijene û gelek caran keça xwe ya hunermend jî ku nave wê Asare ye bi awayê duet heman amûrê dijene û heta niha bi hev re çendîn kasetên hunerî amade kirine.

Basnews
Top