• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Stembolê panêla Ehmedê Xanî hat lidar xistin

Gulan Media February 17, 2014 Hunerî
Li Stembolê panêla Ehmedê Xanî hat lidar xistin
Bi helkefta nasandina Ehmedê Xanî û berhemên wî, li Stembolê yekem car panelek hate li darxistin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê. Bi nasnameya xwe ya Kurd Ehmedê Xanî...

Ev bi salane ku em dûrî dewlemendiya herêma xwe ne li Anatoliyayê, û bi vê helkeftê me dil heye ku em zana û nivîskarekî kurd yê wiha girîng binasin bi însanan bidin nasîn.

Di panelê de Mûfît Yuksel, Ayhan Gewerî û Kadrî Yıldırım wek axaftvan beşdarî panelê bûn û derbarê Ehmedê Xanî û berhemên wî de zanyariyên xwe ragihandin û qala giringiya wî kirin di wêjeye kurdî de.

Bi dehan şair, wêjesaz û wêjezanên Kurd hatine û derbas bûne, lê dema ku em bala xwe didine Ehmedê Xanî û yên beriya wî, em hinekî cudahiyan di navbera wan de dibînin. Pir bi giringî hurgilî li ser zimanê Kurdî sekiniye. Ji hukumdarê dewra xwe xwestiye ku mora naskirinê, mora fermiyetê li ser vî zimanê Kurdî bidin.

Panelê herwiha dê pêşwaziya Prf. Dr. Îzzettîn Mustafa Resûl jî bikira bi sedema xebatên wî yên li ser Ehmedê Xanî lê belê ji ber kêşeyeke morkirina pasaportê ji hêla Herêma Kurdistanê ve û jiber formalîteyên Tirkiyê bi paş de hat vegerandin.

Li gel hemû pirsgirêk û neliheviyan jî di reya naskirina wêje û dîroka Kurdan de wek destpêkeke dilxweşker hate dîtin ev panel.

Rudaw
Top