• Wednesday, 17 July 2024
logo

Zarokên Qamişlo bi çîrokên Kurdî şad bûn

Gulan Media February 15, 2014 Hunerî
Zarokên Qamişlo bi çîrokên Kurdî şad bûn
Piştî nemana çîrokbêjan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber pêşketina teknolojya û birîna elektrîkê di vê rewşa niha de, careke din ev çîrokbêj vegeriyan tax û navçeyên Qamişlo û dilê zarokan geş kirin.

Berevajiya tiştên normal, vê care cîrokbêj ne zilam bû lê keçeke Kurd bû, rola kalekî pîr dileyist ku neviyên xwe li derdora xwe kom kiribûn û çîrok ji wan û zarokên taxê re digotin.

Ahîn, ku keça çîrokbêj bû, cil û bergên Kurdî yên taybet ên zilaman li xwe kiribûn, simbêl û riyeke sipî jî danîbû, berê xwe da holê û kopalek di destê wê yê rastê de bû û di destê wê yê çepê de tezbiyeke dirêj hebû.

Hola ku Ahîn çîroka xwe ji zarokan re got, li taxa Siyahî ya bajarê qamişlo bû, di nava zarokan de rûnişt û dest bi gotina çîroka xwe kir. Meryem, ku yek ji serpereştyarên vê ahengê bû ji BasNewsê re got: “Em wek Komeleya Şawîşka girîngiyê bi zarok û jinan didin, armanca me ya sereke dilxweşkirina zarokan e.”

Ji aliyê xwe ve bavê yek ji wan zarokê ku li holê Amade bû wiha axivî: “Min ji malên derdora xwe bihîst ku ahengek wiha heye, min xwest kurê xwe ji rewşa tirsê û nexweşiya ku em tê de derxim.”

Di kirîza Sûriyê de û derketina grûpên çekdar ên radîkal wek DAÎŞ û Cepheya El-Nusra, rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê gelek xirab bûye, ji ber dorpêçkirina hinek bajarên Kurdî ji aliyê grûpên radîkal ve û bi sedema berdewamiya şer û pevçûnan ku car car li navçeyên Kurdî jî çêdibin.

Kadar Şêxî li ser çalakiyên bi vî awayî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Çalakiyên wiha pêwîst in da zarok jiyana xwe bibînin û rewşa ceng û tirsê ji bîr bikin.” Ji aliyê xwe Ahîn a ku rola çîrokbêj dileyist ji BasNewsî re got: “Em wek Komeleya Şawîşka hewl didin bernameyên dilxweşker ji zarokan re bibînin li cihê televîzyonê, em çîrokên watedar ji folkora Kurdî hildibjêrin da zarok li ser bingeheke rast û tendirûst perwerde bibin. Mebesta me ji van çîrokan jî nûjenkirin û zindîkirina folklora Kurdî ye.”

Di çarçoveya krîza ku ev 3 salin li seranserê Sûriyê qewimiye, gelek komele û rêxistinên taybet bi jin û zarokan li Rojavayê Kurdistanê derketine holê û car car bi çalakiyên hunerî yên cuda kar ji bo jin û zarokan dikin.

Basnews
Top