• Wednesday, 17 July 2024
logo

10 rastiyên girîng û balkêş li ser cejna evîniya Valentine

Gulan Media February 14, 2014 Hunerî
10 rastiyên girîng û balkêş li ser cejna evîniya Valentine
Her sal di roja 14ê Sibatê de evîndar û hevjîn evîndariya xwe bi awayên cuda tînin ziman, carina bi gulan, carina bi kakao û carina bi diyariyên cor bi cor.

Dîroka vê rojê vedigere Rebenê Romanî Valentine yê ku xort û keç han didan li ser hevjîniyê, lewma impratorê Romayê Clodius ji vê gava han gellek dilgiran bû, ji ber ku Clodius didît ku hevjînî hêza xoratn di şer de kêm dike, lewma ferman derxist û hevjînî li ser leşkeran qedexe kir.

Lê Valentine guh neda vê fermana Clodius û her keç û xortekî ku berê xwe didayê proseya hevjîniyê ji wan re pêk tanî, lewma impratorê Romayê fermara girtina Valentine derxist û di roja 14ê Sibata 270 ya zayînî Valentine recim kirin û serjê kirin. Ev yek ji çîrokên li ser vê cejnê ye.

Ji wê rojê de dêra Vatikanê salane merasîmên taybet di vê rojê de encam dide, û evîndar ji derdora cîhanê berê xwe didin Vatîkanê da beşdarî van merasîman bibin, lê niha ev yek ne tenê bi Vatikanê ve girêdaye, lê li seranserê cîhanê kesên ji ol û netewên cuda pêşwaziyê li vê rojê dikin û ahengan jî lidr dixin.

10 rastiyên girîng û balkêş li ser cejna evîniya Valintine:


Di serdemên naverast de keçan di roja 14ê Sibatê de xwarinên sosret dixwarin, ji ber ku digotin ev yek dê alîkariya wan bike da yarekî xwe di vê rojê de bibînin.

Di vê rojê de biqasî 14 milyar û 700 milyon dolar gul tên firotin.

Li Amerîka 189 milyon gul di cejna evîniyê de tên firotin, ji wan 110 milyon gulên sorin, ji sedî 60 ji van gulan li Kalefornia tên berhem anîn, lê bigiştî ji sedî 90 ji wan gulan ji Kolombia û Ekwadorê tên Amerîka.

Kesên ku gulan dikirin, ji sedî 73 zilam in û tenê ji sedî 27 jinin, herwiha ji sedî 15 ji jinan gualn ji xwe re dikirin.

Hejamara dawetên ku di 14ê Sibatê de tên li darxistin li Amerîka 220 hezar dawete, wate ji sedî 10 ji rêjeya dawetan ya salane.

Di dawiya sala 1800î de, yekemîn kakao ya taybet bi cejna evîniyê hat çêkirin, û nih salane 23 milyon parçe kakao bi awayê dil li Amerîka tê çêkirin ku biqasî 1 milyar dolar tê kirîn.

Hinek kes hene hez dikin ku vê rojê bi ajelên xwe yên malê re derbas bikin, ji ber ku dibêjin ku ev ajel ji mirovan wefadartir in.

Her gulek di cejna evîniyê de watayeke wê ya taybet heye, gula sor nîşana hezkirinê ye, ya pembe nîşana flortê ye û ya spî nişana rêzgirtin û pakiyê ye, herwiha hejmara van gulan jî watayeke wê ya cuda heye yek gul nîşana evîniyê ji dîtina ewilî ye, 12 gul nîşanan Ez ji te hezdikim, 108 gul nîşana xwestina hevjîniyê ye û 999 gul wataya wê “Heta heta em bi hev re bin.”

Li Hindistanê roja 14 Mijdarê cejna evîniyê ye, ji ber ku di wê rojê de yekemîn serokwezîrê welat jidayik bûye.

Li Korya roja 14ê Sibat û 14ê Adarê cejna evîniyê dikin, roja 14ê Sibatê jin kakao didin zilaman û roja 14ê Adarê zilam şêraniyê didin jinan.

Li gorî amaran, piraniya rêjeya jidayikbûnê di roja 14ê sibatê de çêdibin.

Rudaw
Top