• Wednesday, 17 July 2024
logo

“Tirkiyê bûye zindana rojnamevanan”

Gulan Media February 13, 2014 Hunerî
“Tirkiyê bûye zindana rojnamevanan”
Rêxistina rojnamevanên Tirkiyê (TGC) ragihand ku Hikûmeta Tirkiyê û di serî de serokwzîr Receb Teyib Erdogan rojnamevan kirine armanca xwe.

YGC di raportekê degot “Hikûmet Tirkiyê rojnamevan kirine armanca xwe, her roj li wan zext û gefan dikin, wan bê qîmet dihêlin, rêyên nûçe wergirtinê her diçe teng dikin, her nûçeyeke ku Erdogan jê ne razîbe di rêya hin sazî û kesên desthilatdar wê nûçeyê dide rakirin û ev hemû jî bi navê parastina azadiya ragihandinê û demokrasiyê tê kirin”.

Rêxistina Rojnamevanên Tirkiyê di raporta xwe de wiha got: “Berî her konferansekî çapemeniyê, wê ji aliyê hikûmetê ve hin kes ji rojnamevanan re li ser pîvana pirsên ku ji serokwezîr bên kirin biaxifin û pêwîste pirsên çawa bên pirskirin bêjin, ji ber wê komele hemû destêwerdanên hikûmetê li hember ragihandinê şermezar dikin û dest nîşan dikin ku eger çawa têkdana karê dadgeh û ewlekariyê di Tirkiyê de tawane û kesê wiha dike tê cezakirin, pêwîste kesên ku ragihandina nûçeyan asteng dikin jî bên ceza kirin”.

Herwiha rêxistina rojnamevanên sînor nenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye raporta xwe ya sala 2014an belav kir û li ser rewşa ragihandin û rojnamevaniyê li Tirkiyê got “Di nav 180 welatên li cîhanê de ku rewşa ragihandin û rojnamevanan hat şirovekirin, Tirkiyê di rêza 154an de ye piştî Iraqê tê”.

Rêxistina rojnamevanên sînor nenas diyar kir ku li Tirkiyê di dawiya sala 2013an de zêdetirî 60 rojnamevanî di zindanan de bûn ku piraniya wan di doza Kurdan ya bi navê KCKê hatine girtin û yên din jî di doza parka geziyê de binçavbûne û tenê dema bûyerên parka Geziyê û Taksîmê 153 rojnamevan û peyamnêr rastî êrîşên tund yên polîsên Tirkiyê hatin.

Rêxistina rojnamevanên sînor nenas di raporta xwe de bal dikşîne ser Tirkiyê û dibêje “Di sala 2005an de Tirkiyê di rêza 89ê de bû û sala borî ket sira 197an de û îsal di 154an de ye, ew tê wateya ku Tirkiyê ji sala 2005an û heta niha 56 pile paşve çûye. Tirkiyê niha bi hejmara rojnamevanên girtî yek ji wan dewletane ku tê de rojnamevan di zindanê de ne, lewma jî digotin Tirkiyê bûye zindana rojnamevanan.

Rudaw
Top