• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fîlmê ‘Roboskî Mon Amour’ tê pêşandan

Gulan Media February 13, 2014 Hunerî
Fîlmê ‘Roboskî Mon Amour’ tê pêşandan
Fîlmê Derhêner Bulent Gunduz ê bi navê “Roboskî Mon Amour” ku li ser qetilkirina 34 ciwanên Kurd ên di bûyera Qilabanê de kişandiye wê di festîvalê de bê pêşandan.

Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navteweyî ya Stenbolê dê sibê dest pê bike. Di organizasyona ku îsal dê cara 13’emîn bê lidarxistin de galaya fîlmên di festîvalên cîhanê de eleqeyeke mezin dîtine dê li Tirkiyê bên kirin.

Fîlmê Derhêner Bulent Gunduz ê bi navê “Roboskî Mon Amour” ku li ser qetilkirina 34 ciwanên Kurd ên di bûyera Qilabanê de kişandiye wê di festîvalê de bê pêşandan. Ev fîlm piştî fîlmê Bulent Gunduz ê bi navê Evdalê Zeynikê yê ku 5 xelat wergirt, fîlmê duyemîn e.

Navê fîlm ji fîlmê klasîk ê derhêner Alaîn Resnaîs 'Hîroshîma Mon Amour' tê. Derhêner Bulent Gunduz ji bo kişandina fîlm çû Qilabanê û heta demekê dirêj ligel malbatan ma.

Gunduz, di vê derbarê de ji AA’yê axifî û got: ‘‘Ji bo em beşdarî festîvalê dibin gelekî kêfxweş in. Piştî bûyerê ez û hinek hevalên xwe yên ku bi sînemayê re eleqedar dibin em çûn gund û biryara kişandina fîlm me li wir da. Piştî giriyê dayîkan min biryar da ku ez vî fîlmî çêkim.’‘

Gunduz li ser senaryoya fîlmê jî wiha axivî: ‘‘Ez, hevala min Handan Yildirim, derhênerê dîtbarî Gokhan Mezarci û operatora deng Îpek Kaya me ekîba xwe saz kir. Fîlmê me rêwîtiyeke ji Parîsê ber bi Diyarbekirê û ji wir jî ber bi Roboskiyê ve. Fîlm bi kontrolên ku li ser rêyan tên kirin berdewam dike. Ev rêwîtî pêvajoya rehabilîtasyona zarokan e. Rêwîtiya wîjdana malbatên mexdûr e. Ev rêwîtî rêwîtiya feraseta meriv û civata Tirkan e.’‘

Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navteweyî ya Stenbolê ya 13’emîn di 13-23’yê sibatê de li Beyoglû, Îstinye Park û Caddebostanê dê bê lidarxistin. Fîlmên festîvalê wekî din dê di 27’ê sibat û 2’yê adarê de li Enqere û Îzmirê jî bên pêşandan.

Basnews
Top