’Stranên Dilê Min’ dengê ciwan ê muzîka kurdî
![’Stranên Dilê Min’ dengê ciwan ê muzîka kurdî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/645433255435453.jpg )
Qeydên albumê li studyoya Şivan Perwer hatine kirin û album ji aliyê Pel Records’ê bi xebateke nêzîka du salan hatiye amedekirin.
Album ku bi giranî şêweya muzîka Kurdî ya kevneşop bi tesîr e 9 stranên Şivan Perwer yên weke: ’’Ez keçikek gundî me’’, ’’Cewdik’’, Gelî dilo’’, Dayê ez xezal im’’ û ’’Mamedo’’ cih digirin.
Li gel vê yekê Şivan Perwer di studyoyê de bi tenbura xwe strana ’’Heseniko û Asê’’ lêxist û hevkarîya Leyla kir. Leyla Xan, di vê albumê de ku bi stranên dilê xwe dagirtîye, bi gotineke din; dilê xwe diherikîne ’’stranên dile xwe’’.
Hîlberînerê albumê Hakan Akay e ku albuma dawî ya Şivan Perwer jî kiribû. Qeydên albumê li Bonn, Koln û Stenbolê hatine çêkirin, gelek muzîkvanên ji neteweyên din bi enstrumanên xwe hevkarîya albumê kirin.
Album ji alîyê Sony Musicê ve tê belavkirin û di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarê bê daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarê bê peydakirin.
Basnews