Obama jî kilîpa Helly Luv dîtiye!!
![Obama jî kilîpa Helly Luv dîtiye!!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/helli6545.jpg )
Medya Tirkiyê derbarê Helly Luv de wiha nivîsiye: “Klîpa Helly Luv ku yek ji Kurdên Bakûrê Iraqê ye, gelek ji kilîpên din cuda ye, ji ber di wê kilîpê de çek û Molotof jî heye, herwiha penaberên Rojava jî nîşan dide, ala Kurdistanê bilind dike û şêr jî nîşan dide.”
Herwiha tê îdîakirin ku di nav wan kesên ku temaşeyê wê kilîpê kirine, Serokê Amerîka Barack Obama jî heye ku bi rêya Twitter ê re dîtiye. Helly Luv, ku navê wê yê rast Hêlîn Ebdulla ye û sala 1988’ê ji dayîk bûye, ji zaroktiya xwe ve ligel malbata xwe koçberî Finlandabûne û niha ew li Amerîka dijî. Wek Helly Luv qal dike, wê li Amerîka di dikaneke firotina çekan de kar kiriye û di warê corê çekan de şareza ye.
Herwiha şanaziyê bi Pêşmergeyên Kurdistanê bi dayik û bavê xwe dike ku ew her dû di salên 1980’ê de pêşmerge bûn. Helly Luv ku sitrana xwe ya bi navê (Risk It All) li keleha Hewlêrê kir klîpek Aras Takî derhêneriya wê kiriye, vîdeo klîpê karî kêmî 24 seatan 17 hezar temaşevan bikşîne bi aliyê xwe de.
Helly Luv dixwaze di klîpê de wek jinên Hewlêrê derkeve û dinav kolanên kelehê de bimeşe, wê hunermendê li ser milê xwe nivîsiye (Netirsin) û li ser kolaneke kelehê agir diavêje û desmala xwe ji serê xwe dike û ber bi armanca xwe ve diçe, zarok jî bi awayekî sosret lê dinêrin û mezin jî awiran jê vedidin, bi vî awayî heta dibe Pêşmerge, wat dixwaze nameyekê bighîne ku jin jî wek zilaman dikarin di hemû waran de kar bikin.
Lînka vîdeo klîpê:
http://www.basnews.com/tr/Video/Details/Kurd-kizi-Helly-Luv-dan-sinirlari-zorlayan-klip/102
Basnews