• Wednesday, 17 July 2024
logo

Eyûb Elî meqamên Germiyan tevlî mûzîka rojava dike

Gulan Media February 11, 2014 Hunerî
Eyûb Elî meqamên Germiyan tevlî mûzîka rojava dike
Hunermend Eyûb Elî di van rojan de nûtirîn albûma xwe bi navê “Bê Sînor” belav kir. Ev albûm ji 10 stranan pêk hatiye û li 6 welatan kar jê re kiriye. Eyûb Elî di vê albûmê de kar li ser tevlihevkirina stran û meqamên folklorî yên kurdî ligel mûzîk û rîtmên çend neteweyên din kiriye.

Di vê albûma nû de berhemhêner û hunermendên kurd, îngilîz, hindî û çendên din jî kar li ser stranan kirine. Eyûb Elî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa vê berhema xwe dike.

Rûdaw: Cudabûna albûma te ye nû ji karên te yên berê çi ye?


Eyûb Elî: Cudabûna albûma “Bê Sînor” ewe ku min hewla tevlihevkirina huner û kultûra kurdî ligel huner û kultûra gelên din daye. Wek mînak di vê albûmê de min ligel 4 berhemhênerên farsî, tirkî, îngilîzî û hindî kar kiriye. Yek ji karan, ku tekst a mamoste Cebar Hebîb e, min awaza wê danî û da berhemhênerê îngilîz û min jê re got tu azadî çi karî tê de dikî. Bawer bike straneke îngilîzî ye. Piştî ku min encam dît, pirr xweşik bû, min dît karekî nû derket.

Têkilkirina melodiyên kurdî ligel yên biyanî heta çiqasî serketî ye?


Ev stayla nû, ku kar li ser dikim, ez jê hez dikim. Ne ku ji ber mebestekê min ev stayl hilbijartiye. Têkilkirina mûzîka derve pêşxistineke pirr baş e, lê bi mercê ku em hunera xwe ya resen biparêzin.

Strana Xirxal yek ji stranên albûma te ye û te klîp jî jê re çêkiriye. Mebesta te ji Xirxal kî ye?


Mebesta min ji vê stranê beriya her tiştî hevalekî nêzîkî min e, ku herdem piştgiriya hunera min kiriye. Kak Erkan di hemû karên min de piştgiriya min kiriye. Wî gellekî ji stayla mûzîka min hez kiribû.

Gotinek di vê stranê de ye, "Lorkê", wateya wê çi ye?


Ev gotin ez bi xwe jî ne piştrast im ji kû derê hatiye, lê min ji mamoste Hesen Zîrek bihîstiye. Hez nakim wateya gotinê bi şaşîtî bêjim. Pirsa te jî gellekî giran bû.

Çima pirraniya stranên te bêhna xem û azarên dildaran jê tê. Gelo ev stran wateya jiyana Eyûb diyar dikin?


Ne merc e ev stranên ku dibêjim dengvedana jiyana min bin. Di albûma min a nû de gellek tekst hene ku pêwendiya wan bi min re nîne, ji ber ku min gellek tekstên hin kesan bikaranîne, wek Cebar Hebîb ku berdewam tekstên xweş dinivisîne. Herwiha mamoste Edîb Çelkî, kak Arif Çopan.

Navê albûma te “Bê Sînor” e. Mebestek te jê heye?


Niha ti sînor ji bo guhdarîkirina mûzîkê nîne. Dema tu guhdariyê li mûzîk yan stranekê dike, tu guh nadî ev stran kurdî, erebî ya çi zimanê din e. Tiştê ji te re xweş be tu guhdariyê lê dikî. Êdî sînor nîne. Tenê xweşî û başiya karan te radikişîne bo guhdarîkirinê. Lewma min jî ev nav hilbijart.

Rudaw
Top