• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Kirmanşan rêz li hunermendên Kurd hat girtin

Gulan Media February 9, 2014 Hunerî
Li Kirmanşan rêz li hunermendên Kurd hat girtin
Li salona Şaredariya Îslam Abada Xerb (Rojava) a parêzgeha Kimanşanê di merasîmekê de rêz li her du hunermendên Kurd Seyid Qulî Kişawerz û Derwêş Tahir Yareweysî hat girtin.

Merasima bi navê ’’Êvara Muzîk û Stranên Kurdî’’ bi hevkarî û hewla çalakvanên Kulturî û Edebî ya Îslam Abada Xerib roja pêncşema borî hatibû amade kirin. Piştî parçe muzîkekê bi dengê dahol û zirnayê, hunermend Elî Ekber Mûradî ji bo mêvan û beşdarên festivalê axivî û rexne li xemsariya berpirsan li hember ziman û hunera Kurdî girt.

Mûradî wiha axifî: ‘‘Mixabin em li navçeya Kurdan bi zarokên xwe re bi zimanê Farisî dipeyivîn, û zarokên me xwendina xwe bi wî zimanî dixwînin, li Îranê ne tenê zimanê Farisî heye lê çendîn zimanên wek, Kurdî, Belûcî, Erebî, Tirkî û Gîlekî jî hene ku divê mafê wan li berçav bê girtin’’.

Piştre çendîn Hore weke stran û muzîka resen a Kurdî ji aliyê Mesûd Menûçêhrî, Seyid Qulî Kişawerz û kurê wî û Elî Ekber Mistefayî hatine pêşkêş kirin û piştre Pûrya Fetahî û Seyid Elî Nûrî stran û Şahname xwendin.

Seyid Qulî Kişawerz mamosteyê strîna Horê ye û Tahir Yarweysî mamosteyê lêxistina Tembûrê ye. Merasima rêzgirtina li wan herdu huermendan bi gotina çend stranan ji aliyê Baxçeya Sawayan-Zarokan û hunermend Mesûd Ezîzî ve bi dawî bû.

Basnews
Top