Li Kirmanşan rêz li hunermendên Kurd hat girtin
![Li Kirmanşan rêz li hunermendên Kurd hat girtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/hunre98722189.jpg )
Merasima bi navê ’’Êvara Muzîk û Stranên Kurdî’’ bi hevkarî û hewla çalakvanên Kulturî û Edebî ya Îslam Abada Xerib roja pêncşema borî hatibû amade kirin. Piştî parçe muzîkekê bi dengê dahol û zirnayê, hunermend Elî Ekber Mûradî ji bo mêvan û beşdarên festivalê axivî û rexne li xemsariya berpirsan li hember ziman û hunera Kurdî girt.
Mûradî wiha axifî: ‘‘Mixabin em li navçeya Kurdan bi zarokên xwe re bi zimanê Farisî dipeyivîn, û zarokên me xwendina xwe bi wî zimanî dixwînin, li Îranê ne tenê zimanê Farisî heye lê çendîn zimanên wek, Kurdî, Belûcî, Erebî, Tirkî û Gîlekî jî hene ku divê mafê wan li berçav bê girtin’’.
Piştre çendîn Hore weke stran û muzîka resen a Kurdî ji aliyê Mesûd Menûçêhrî, Seyid Qulî Kişawerz û kurê wî û Elî Ekber Mistefayî hatine pêşkêş kirin û piştre Pûrya Fetahî û Seyid Elî Nûrî stran û Şahname xwendin.
Seyid Qulî Kişawerz mamosteyê strîna Horê ye û Tahir Yarweysî mamosteyê lêxistina Tembûrê ye. Merasima rêzgirtina li wan herdu huermendan bi gotina çend stranan ji aliyê Baxçeya Sawayan-Zarokan û hunermend Mesûd Ezîzî ve bi dawî bû.
Basnews