• Wednesday, 17 July 2024
logo

Helly Luv agir bi kolanên keleha Hewlêrê dixe!!

Gulan Media February 5, 2014 Hunerî
Helly Luv agir bi kolanên keleha Hewlêrê dixe!!
Hunermenda Kurd Helly Luv ku bi zimanê İngilîzî stranan dibêje, klîpek li ser keleha Hewlêrê çêkir û gelekî bala temaşevanan kişand.

Helly Luv, strana xwe ya bi navê (Risk It All) li ser keleha Hewlêrê kir klîp û ev klîpa ku derhênerê wê Aras Takî ye, karî kêmî 24 saetan 17 hezar temaşevanan bi aliyê xwe de bikşîne.

Helly Luv dixwaze di klîpê de wek jinên Hewlêrê derkeve û dinav kolanên kelehê de bimeşe, herwiha li ser milê xwe nivîsiye (Netirsin), agir bi kolaneke kelehê dixe, desmala xwe ji serê xwe diavêje û ber bi armanca xwe ve diçe, zarok jî bi awayekî sosret lê dinêrin û mezin jî awiran jê vedidin, bi vî awayî heta dibe Pêşmerge, wate dixwaze nameyekê bighîne ku jin jî wek zilam dikarin di hemû waran de kar bikin.

Helly Luv behsa klîpa xwe dike û wiha dibêje: “Bikaranîna Şêran di nav vîdyo klîpê de amajeyeke bo karê rêxistina min ku taybet e bi mafê ajelan.” Helly Luv dibêje ku ew dixwaze di cejna Newrozê de ahengekê li Kurdistanê lidar bixe û piştî ahengê jî ew ê berê xwe bide Amerîka da albûma xwe ya nû tomar bike.

Helly Luv, ku navê wê bixwe Hêlîn Ebdula ye, sala 1988’ê ji dayîk bûye, her ji zaroktiya xwe ve ligel malbata xwe koçberî Finlanda bûne û niha li Amerîkayê dijî.

Basnews
Top