Şanoya Dewletê ya Wanê dê di meha sibatê de 5 lîstikên cuda bîne pêşberî hunerhezan û bi hunerhezan re parve bike. Lîstikên ku li Konê Hunerê ya Ertugrul Gunay derkevin pêşberî hezyarên xwe evin: Veqetîn, Gule şerma leşker e, Pêkenoka Dolaba Entrikayî, Hewesek û du Kalas û Sîrka Heyvronê dê bên temaşekirin. Lîstikên ewil dê di navbera 1-6-7-8'ê sibatê de bên temaşekirin. Dîsa dê lîstikên din jî di navbera 13-14-15-27-28'ê Sibatê de bên temaşekirin.Rudaw