• Wednesday, 17 July 2024
logo

Neh fîlmên Kurdî beşdarî festîvala Îskendinavya bûn

Gulan Media February 1, 2014 Hunerî
Neh fîlmên Kurdî beşdarî festîvala Îskendinavya bûn
Neh fîlmên Kurdî yên derhênerên Kurd û biyanî bi navnîşanê ‘Sînemaya Kurdistanê’ di 24. Gera Festîvala Navdewletî ya Fîlmên a Tromso Norway de hatin pêşan dan.

Her 9 fîlm sînemayî û belgesek bûn, yek ji wan fîlmê ‘Yol-Rê’ yê derhênerê Kurd Yilmaz Guney, filmê ‘Dema Hespên Serxweş’ - Behmen Qubadî, filmê ‘Tehl û Şêrîn, Welatê Min’ - Huner Selîm, fîlmê ‘Derbasbûn ji Xubar’ - Şewket Emîn Kurkî, fîlmê belgesel ‘Dayikên Min’ - derhênana hevbeş a Îbrahîm Sadî û Zehawî Sincarî, fîlmê sînemayî ‘Yekemîn Fîlm’ - Mark Cozens, fîlmê ‘Tu Girhingiyeke Ciwaniya te Nîne’ - Husên Tebak, filmê ‘Zivistana Dawî’ - Salim Selewatî û filmê ‘Sefer Bo Hetavê’ - Yeşîm Ustaoglu.

Herwiha fîlmê sînemayî ‘Hezar û Yek Sêv’ ê derhênerê koçkirî yê Kurd Teha Kerîmî di beşa pêşbirkê ya festîvalê de hat nîşandan û 4 xwendekarên Kurd beşdarî dewreyeke fêrkarî ya festîvalê bûn û dewreya sînemayî bi awayekî serkeftî qedandin.

Di malpera wê festîvala navdewletî de, derheqa beşa taybet a ‘Sînemaya Kurdistanê’ de wiha hatiye nivîsîn; ‘’Bi helkefta derbasbûna 200 saş bi ser yasaya bingehîn a welatê Norway (1814) de, ev bernameyê han ji Kurdan re hatiye veqetandin, miletek ku nasnameya wan a Kurdî û dabûnerîtên wan ên cor bi cor hene lê dewletek û welatekî wan ê hevbeş nîne.’‘

Derheqa fîlmên beşê ‘Sînemaya Kurdistanê’ de jî wiha tê gotin: ‘’Ev beşa festîvalê, 9 fîlmên dokumenter û çîrokan li xwe digirin ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û İngilîzî derheqa Kurdan de bi awayê klasîk û nû hatine berhemanîn. Ew fîlmên han hemû tiştekî ji jiyana rojane ya xelkê Kurdistanê, karesatên komkujî, êş û janên vê neteweyê li xwe digirin ku bi awayekî hunerî ast bilind, germî û hêviyê hatine berhemanîn.’‘

Basnews
Top