• Wednesday, 17 July 2024
logo

Bi navê Kurdistanê beşdarî The Voice bûm

Gulan Media January 26, 2014 Hunerî
Bi navê Kurdistanê beşdarî The Voice bûm
Piştî beşdarbûna wî di bernameyeke hunerî ya kenaleke erebî de, xortekî kurd bala navdartirîn hunermendê ereb Kazim Sahir kişand. Piştî ku li dengê wî guhdarî dike, jê re dibêje ev e ew dengê ku ew lê digere.

Bernameya “The Voice” bernameyeke pêşbirkî ya hunerî ya kenala erebî mbc ye. Dewra yekem ji bernameyê di 14ê Îlona 2012ê de hate pêşkêşkirin û di 14ê Kanûna 2012ê de bi dawî bû.

Di dewra duyem de jî, ku di 28ê Kanûna 2013ê de destpêkir, hunermendekî kurd bi navê Mêhvan Salih Amêdî beşdar bû û qonaxa yekem a bernameyê serketî derbas kir. Mêhvan ku niha li Beyrûdê ye, di pêwendiyeke telefonî de ji Rûdawê re got: "Beriya 5 mehan bi rêya înternetê min pêwendî bi stafê bernameyê re danî û wan doza min qebûl kir."

Mêhvan Salih Amêdî kurê hunermend Salih Amêdî ye, ku bi stranbêjiya stranên bi stayla hunermendê kurd ê koçbûyî Mihemed Arif Cizîrî navdar e. Mêhvan di sala 1998ê de yekem car derdikevê ser dikê û distirê. Niha ew xwediyê çend klîpên stranan e û dibêje ku bavê wî handerekî wî yê sereke bûye heta ku bibe stranbêj: "Ez li malbateke hunerî perwerde bûm. Bavê min handerê min ê sereke bû, da ku bigihijim vê rojê."

Sahir sersam kir

Beşdarvanên dewra duyem ya bernameyê li ser 4 hunermendan dabeş bûn, ew jî Kazim Sahir, Asî Elhelanî, Şêrîn Ebdulwehab û Sabir Elrubaî ne.

Mêhvan got "Ku min mewala Kazim Sahir got gellekî pê sersam bû. Gellekî jî kêfa wî pê hat û ji min re got: Ez pirr bextewer bûm bi vî dengî û vê pêşkêşkirinê. Te mewal bi awayekî pirr xweşik got. Bi stayl û dengê te bû. Lê te gellekî baş pêşkêş kir."

Mêhvan ku gellekî bi dengê Kazim Sahir sersam e, berdewam kir: "Piştî bidawîbûna mewalê Kazim Sahir ji min re got ‘ev e ew dengê ku ez lê digeriyam’." Vê yekê jî wiha kir ku Mêhvan ji bo qonaxên bê grûpa Kazim Sahir hilbijêre.

Niha derfeteke mezin ji stranbêjên kurd re heye ji bo navdariyê. Ew bi sedema bernameyên hunerî yên cihanî dikarin sînorên Kurdistanê derbas bikin. Mêhvan nîşan bi wê yekê da ku ew bi navê Kurdistanê beşdarî bernameyê bûye û got "ji bo qonaxên bê min çend stranên kurdî amade kirine."

Rudaw
Top