• Wednesday, 17 July 2024
logo

Rûpela ’’Ez Kurdistanî Me’’ Facebook hejand

Gulan Media January 25, 2014 Hunerî
Rûpela ’’Ez Kurdistanî Me’’ Facebook hejand
Ciwanên Kurd di 19.01.2014’an de li welatê Swêdê kampanyayek bi navê “ Ez Kurdistanî Me” dan dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de rûpelek hatiye amade kirin û cih dide wêneyên kesên ku di destên wan de rûpelên nivîsa “Ez Kurdistanî Me/ Min Kurdistanîm” hatine bilind kirin.’‘

Di danasîna rûpelê de wiha hatiye nivîsîn: ’’Ev şêwazê xebatê pir asan e lê ligel asanbûnê pêwîstî bi hînek qanûnan heye, em hêvî dikin ji bo Kurdistaneke bê sînor hûn qanûnan berçav bigirin. Hûn dikarin wêneyê xwe bikşînin û li ser kaxezekî navê bajêr yan gundê xwe binivîsin’’.

Rêkxerên kampanyayê du ciwanên Kurd, Mêhvan Gare û Heyam Çetinkaya ne. Wan armanca xwe ya rêkxistina kampanyayê yekbûna hemû Kurdan û take cudahiya wan di navbera wan de gund û bajarên beşdaran daye zanîn.

Heta niha gelek nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd bi wêne nivîsa ’’Ez Kurdistanî me/ Min Kurdistanîm’’ beşdarî kampanyê bûne lê beşdariya sîyasetmedar û partîyên sîyasî ne berçav e.

Basnews
Top