• Wednesday, 17 July 2024
logo

’Hêviya min bû ligel Tehsîn Taha bistirînim’

Gulan Media January 22, 2014 Hunerî
’Hêviya min bû ligel Tehsîn Taha bistirînim’
Hunermend Xanemîr yek ji stranêjên dengxweş ên Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1966’an de li navçeya Tetwan a bajarê Bedlîsê ji dayik bûye. Di 16 saliyê de dest bi xebata hunerî kiriye. Heta niha 6 albûmên wî hene.

Bas: Heyameke bêdeng û bê berhemî, sedem çiye gelo?

Xanemîr: Sedem ew e ku şirketên berhemên hunerî weke berê zêde li ser berhemên hunerî naxebitin, wate li berhemên hunermendan xwedî dernakevin.

Berhemên stranbêjên nû yên bakur heta çi astekî pêşkeftîne?

Bawer im hinek stranbêjên baş û şareza peyda bûne û karên baş jî dikin, lê di heman demê hinek kes hene ku berhemên wan di çarçoveya xebatên hunerî de di astekî nizim daye.

Karê hunerî çiqasî xizmeta te kiriye?

Nêzîka 27 sal e ku karê hunerî dikim lê di warê aborî de bi tu awayî xizmeta min nekiriye, lê di warê manewî de gelekî xizmeta min kiriye, xelk gelek hurmeta min digrin, sedem jî xebatên me yên hunerî ne.

Tu bawerî di gehandina peyamên ku te hewl daye bi rêya strangotinê bighîne muxatebên xwe, serkeftî bûyî?

Peyamên berhemên min zêdetir li gor rewşa xelk û welatê me bûye, ji ber wê jî bawer im peyamên min geheştine xelkê, ji ber ku piraniya stranbêjên nû careke din stranên me dibêjin û xelk jî di dawet û şahiyan de stranên me dibijin. Lê ne bawer im ku peyamên me wek bakur gehiştibin Başûr, Rojhilat û Rojavayê welat.

Naveroka berhemên te piranî li ser çi ne?

Jiyana gel, hez kirin, evîndarî, berxwedan û nûgerî.

Li ser Facebookê heyranên te zêdetir ji te çi dipirsin?

Peywendiya min û guhdarên min li ser Facebookê gelekî xweş e, pirs zêdetir derbarê berhemên nû û konseran de ne, carna jî dipirsin çima nayê başûr.

Hez dikî bi kîjan stranbêjê Başûrî re bi hevre stranan bêjî?

Min gelek hez dikir bi mamosteyê rehmetî Tehsîn Taha re stranan bêjim, wek din dixwazim bi hemû hunermendan re kar bikim, bi merca ku berhemên wan li ser bingeha resenayetî û bi awayekî zanistî bin.

Basnews
Top