Filîma ekterekî Kurd a Holîwodê
![Filîma ekterekî Kurd a Holîwodê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/hrhrhrh1812014sssbbb.jpg )
Mizurî çend salin li wîlayeta Kalîforniyayê nîşteciye û dema borî beşdarî di yek ji filmên Holîwodê yê binavûbang kiriye ku niha li gor (Box Office) di pileya yekem de û bi navûbangtirîn filîma 2014`an tê naskirin, filîm bi navnîşana (Lone Survivor) `e.
Her weha ev filîm behsa çîrokekî rasteqîne ya hêzên artêşa Emerîka dike ku dixwazin li navçeyekî çiyayî yê Efxanîstanê bi cî bibin lê belê çekdarên Talîbanê bi wan dihesin û êrişî wan dikin û ji bilî palewanê filîmê ku (Mark Wahlberg)`e hemû serbazên Emerîkî yên din têne kuştin.
Karwan Mizurî rola yek ji çekdarên malbata Baştuniyan a Efxanîstanê dibîne ku çek hilgirtiye daku li dijî Talîban û Qaîdêye şer bike û parastina efserên Emerîkî dike.
Xendan