• Wednesday, 17 July 2024
logo

Filîma ekterekî Kurd a Holîwodê

Gulan Media January 21, 2014 Hunerî
Filîma ekterekî Kurd a Holîwodê
Yek ji hunermendên nimayîşkar ku beşdarî li çendîn filmên Akşin a holîwodê kiriye Kurde û navê xwe (Karwan Mizurî) ye, xelkê parêzgeha Duhokê ye û niha jî li Emerîkayê dijî.

Mizurî çend salin li wîlayeta Kalîforniyayê nîşteciye û dema borî beşdarî di yek ji filmên Holîwodê yê binavûbang kiriye ku niha li gor (Box Office) di pileya yekem de û bi navûbangtirîn filîma 2014`an tê naskirin, filîm bi navnîşana (Lone Survivor) `e.

Her weha ev filîm behsa çîrokekî rasteqîne ya hêzên artêşa Emerîka dike ku dixwazin li navçeyekî çiyayî yê Efxanîstanê bi cî bibin lê belê çekdarên Talîbanê bi wan dihesin û êrişî wan dikin û ji bilî palewanê filîmê ku (Mark Wahlberg)`e hemû serbazên Emerîkî yên din têne kuştin.

Karwan Mizurî rola yek ji çekdarên malbata Baştuniyan a Efxanîstanê dibîne ku çek hilgirtiye daku li dijî Talîban û Qaîdêye şer bike û parastina efserên Emerîkî dike.

Xendan
Top