• Wednesday, 17 July 2024
logo

Tolstoy bi Kurdî derket

Gulan Media January 11, 2014 Hunerî
Tolstoy bi Kurdî derket
Ji edebîyata klasîkên cîhanî kitêba Tolstoy ya “însan bi çi dijî” bi pêşgotina Paşa Amedî derket.

Pêşgotina Paşa Amedî:

Wekî zanyarê me yê mezin Ehmedê Xanî jî gotiye “her kesek mîmarê dîwarê xwe ye” ev gotina elmasmîsal ji bo her tiştî di cihê xwe de ye. Nexasim di mijara zimên de ku Ehmedê Xanî jî wek evîndar û dildarekî zimanê Kurdî bingeha dîwarê zimanê Kurdî daniye. Divê îro jî her dildar û evîndarê zimanê Kurdî di şopa Ehmedê Xanî de bimeşe. Lewra zimanên ku di qada wêje û zanistê de pêş ketine bi hewldana dildar û nivîskarên xîretkêş ên wê neteweyê ne.

Îro em dibînin ku dildar û xîretkêşên zimanê Kurdî roj bi roj zêde dibin. Dîrok dibe şahid ku zimanê Kurdî her roj gav bi gav pêş dikeve, ev pêşketin çi bi nivîsê, çi bi wergerê û çi bi cûreyên wêjeyê dibe. Şixula li ser zimên bi kîjan awayî dibe bila bibe ji bo dahatûya zimanê Kurdî pir girîng e. Divê her Kurd di vî warî de bişixule û şiyar be, nebêje çi ji destê min tê; ku mirov bixwaze û bike gelek tişt çêdibin.

Mamoste Medenî çend çîrokên nivîskarê Rûs yê bi nav û deng Lev Nîkolayevîç Tolstoy wergerandiye Kurdî; min wergera Mamoste Medenî dît û xwend. Bi rastî jî mamoste hostetiya hunerê ya Tolstoy û tehma çîrokê di zaravayê Kurmancî de jî domandiye, ji ber vê, dê ev pirtûk tehmeke xweş bide xwendevanên xwe. Ez bawer im ku wê xwendevan ji vê berhemê sûd werbigrin. Ji bo vê xebata hêja ez Mamoste Medenî pîroz dikim, lewra bi vê wergera xwe, yek ji klasîkên wêjeya Rûsî ye, xistiye nav refên Kurdî.

Xendan
Top