• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şaciwana Venzewîlayê hate kuştin

Gulan Media January 8, 2014 Hunerî
Şaciwana Venzewîlayê hate kuştin
Şaciwana berê ya Venzewîlayê Monîka Spayrz û mêrê wê yê Êrlendî tevî zarokê wan ji aliyê çend çekdarekî ve li naverasta welat hatine kuştin.

Li gor nûçeyeke rojnameya Heyatê, rûdana kuştinê şeva borî hatiye encam dan di wê demê de buye ku Monîka û mêrê xwe û zarokê wan ya heft salî çaverêya hevkariyê bûn bo çêkirina otombêla xwe ku li navçeyekî wîlayeta Karbobo yê a li naverasta Venzewîlayê ji kar ketibû.

Rojnameya Heyat li gor nûçeyekî îzgeha (Globofîgn0 a Venzewîlî belav kiriye ku Spayrz û malbata wî ji bo seyrangehê û derbaskirina bitlanê ji Emeîkayê vegeryane Venzewîlayê.

Monîka Spayriz, li bajarê Markaibo wîlayeta Zûlya a li bakûrê Venzewîlayê di sala 1984`an ji dayîk buye û şaciwana sala 2004 `an a welatê xwe buye, piştre sal dinê beşdarî li şaciwaniya Gerdûnê a li Taylendê birêve çû kiriye û pileya çarem bi dest xistiye. Her weha Monîka ekter jî bûye û li çendîn dramayên televizyonî de jî beşdarî kiriye.

Xendan
Top