• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermendê Urmiyeyî Riza Mistefazade di bûyereke trafîkê de can da

Gulan Media January 6, 2014 Hunerî
Hunermendê Urmiyeyî Riza Mistefazade di bûyereke trafîkê de can da
Hunermendê genc û stranbêjê naskirî yê devera Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê Riza Mistefazade di bûyerek trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Riza gellek caran ji ber gotina stranên welatparêzane ji aliyê hêzên rêjîma îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û herî dawî jî çûyîna derveyî welat jê hatibû qedexekirin.

Hunermendê dengxweş û genc ê Rojhilatê Kurdistanê Riza Mistefazade, roja (03.01.2014) berbanga sibê li bajarê Urmiyê, di encama bûyerek trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Riza Mistefazade sala 1980 li gundê Keşkawê yê girêdayî bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bibû. Malbata wî hemû hunermend û di nav karên hunerî de bûn. Ji ber wê jî Riza di jiyê 15 salî de dest bi karê hunerî kir.

Hunermend Riza Mistefazade ku birayê hunermendê navdar Qinyas bû, li deverên kurmancîaxêf ên Rojhilatê Kurdistanê dihat naskirin û hezkirin.
Top