• Wednesday, 17 July 2024
logo

Newal Zuxbî gihêşte Hewlêrê

Gulan Media December 31, 2013 Hunerî
Newal Zuxbî gihêşte Hewlêrê
Stranbêja navdar û stêrka Lubnanî Newal Zuxbî, îro sêşeme 31/12/2013`an gihêşte Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, bi mebesta pêşwazîkirina li sala nû ya zayînî wê li gel hezkiriyên xwe li Kurdistanê be.


Her piştî gihêştina xwe bo Hewlêrê, Newal çend wêneyekî xwe belav kiriye û têde derdikeve ku amadekariyên xwe bi temamî kiriye.

Newal Zuxbî bi baştirîn hunermenda stranbê j ya îsal hate destnîşan kirin û baştirîn stran û kilîpa wê (Xerîbî heldinî) ew jî li festîvala kanala OTV a Lubnanî bi navîşana " Otv Awards 2013" hate aşkira kirin.
Top