• Wednesday, 17 July 2024
logo

Pêşangeheke folklorî li Qamişlo hat vekirin

Gulan Media December 25, 2013 Hunerî
Pêşangeheke folklorî li Qamişlo hat vekirin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêşangeheke nîşandana folklorê kurdî hat vekirin.

Du rêxistinên jinên Rojavayê Kurdistanê bi karê lidarxistina wê pêşangehê rabûne, ji bo mebesta zindîkirina alav, cil û kel û pelên kevnar ên kurdan.

Di vê pêşangehê de alavên mîna tenûr, destar, derguş û kel û pelên amadekirin û pêşkêşkirina xwarinê hatin nîşandan.

Ji aliyek din, di pêşangehê de karên destî yên çend jinan jî hatin nîşandan wek piştgiriyekê ji bo karê jina kurd li Rojavaye Kurdistanê.

Rudaw
Top