• Wednesday, 17 July 2024
logo

Derhênerekî kurd ji ber pirsgirêkên darayî nikare fîlma xwe temam bike

Gulan Media December 22, 2013 Hunerî
Derhênerekî kurd ji ber pirsgirêkên darayî nikare fîlma xwe temam bike
Derhênerê kurd Erol Mîntaş, diyar kir ku yekemîn fîlma xwe ya dirêj kişandiye lê ji ber nebûna derfetên darayî nikare fîlma xwe temam bike. Mîntaş da zanîn, ji ber wê jî bi rêya înternetê dest bi komkirina alîkariyê kiriye.

Derhênerê kurd Erol Mîntaş, yekemîn fîlma xwe ya dirêj a bi navê “Strana Dayika Min” li Stenbol û Bazîdê kişandiye lê ji ber sedemên darayî nikare fîlma xwe montaj bike.

Derbarê vê mijarê de Mîntaş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, bo temamkirina fîlmê tenê 20 hezar dolar pêwîst e ji ber wê jî me bi rêya malpera înternetî ya bi navê www.indeigogo.com dest bi komkirina alîkariyan kir.

Mîntaş da zanîn, nêzîkî 40 rojî ye dest bi kampanya komkirina alîkariyan kirine û dê kampanyaya wan sersalê bidawî bibe.

Derhêner Erol Mîntaş bi kurtefîlma xwe ya bi navê “Berf” di 47. Festîvala Navdewletî ya Porteqala Zêrrîn a Antalyayê xelata baştirîn kurtefîlmê bidest anîbû.

Li gorî agahiyên Erol Mîntaş, fîlma wî ya nû ya bi navê “Strana Dayika Min” ku wek yekemîn fîlma wî ya dirêj e jî, bo beşa “working in progress” (fîlmên do qonaxa amadekirinê de) a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Selanîkê hat hilbijartin, her wiha duh jî bo festîveleke fîlman a Meksîkayê hat vexwendin.

Fîlma Strana Dayika Min her wiha xelata baştirîn senaryo ya pêşbirka Notosê bidest xistiye.

Fîlma nû ya Erol Mîntaş, bi zimanên kurdî û tirkî hatiye kişandin û wênegirtina wê 19 rojan ajotiye.

Di fîlmê de lîstikvan Feyyaz Dûman, Zubeyde Ronahî û Nesrîn Cevadzade rolên serekî dilîzin.

Çîroka fîlma Strana Dayika Min:

Xortê bi navê Elî bi dayika xwe ya bi navê Nîgar re li taxa Tarlabaşi ya bajarê Stenbolê dijîn. Ji yek ji bajarên Bakûrê Kurdistanê koç kirine û çûne Stnebolê. Li wir jî dîsa neçar dimînin mala xwe bar bikin. Nîgar her sibe radibe tiştên xwe kom dibe û dibêje ezê dixwazim vegerim gundê xwe, çimkî dibêje hemû cînarên me vegeriyane gundê xwe. Hinek caran jî li nav kuçe û kolanên Stenbolê de digere. Kurê wê Elî ku mamostaye jî, ji bo ku dayika xwe bi tenê nehêle şêwazên cur bi cur bikar tîne ji ber wê jî diçe kuderê wê jî bi xwe re li motorê siyar dike û dibe… Di nav vê geragermê de Elî pê dihese ku hevala wî Zeyneb ducan e lê ew xwe bo bavtiyê amade nabîne. Elî di navber du jinan de maye…

Kesên ku dixwazin pêwendî bi Erol Mîntaş re bikin, dikarin bi rêya van adresan bi wî re bikevin nav pêwendiyê:

[email protected]

www.facebook.com/anneminsarkisifilm
Top