Fîlmê Şîn, çîroka şewitîna keçên dibistana Şênawê vedibêje
![Fîlmê Şîn, çîroka şewitîna keçên dibistana Şênawê vedibêje](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/b_haber_62.jpg )
Derhênerê fîlm Hêmin Alanî ye û dîmen li gundekî bajarê Pîranşarê têne kişandin û dema fîlm 15 deqeye. Tê gotin ku dê fîlm beşdarî Festîvala Navnetewî ya sala 2014’an a li welatê Ermenîstanê bibe.
Di karnameya karên Alanî de 3 fîlmên belgesel hene ku yek ji wan derbarê mirina Çiyavanê navdar ê Kurd Mihemed Ewraze de ye.
Sala borî bi sedema agir girtina sobeyê di dibistaneke keçan de li gundê Şînawê bû sedema mirin û şewitîna zêdeyî 30 keçan.
Du kes ji wan qurbaniyan dimrin û yên din bo nexweşxanê têne veguhestin lê heta niha jî bi temamî nehatina çareser kirin.
Basnews