• Wednesday, 17 July 2024
logo

Du zarokên Kurd xelata nîgarkêşiyê wergirtin

Gulan Media December 16, 2013 Hunerî
Du zarokên Kurd xelata nîgarkêşiyê wergirtin
Du zarokên Kurd ên ji bajarê Kirmanşah yê Rojhilatê Kurdistanê di pêşbirkeya nîgarkêşî ya cîhanê de li Hong Kongê karîn xelata şanaziyê bidest bixin.

Di wê pêşbirkeyê de zarokên 52 welatên cîhanê beşdar bûn û du zarokên Kurd ên 7 û 10 salî karîn dîplomaya şanaziyê ya wê pêşbirkeyê bi navên xwe tomar bikin.

Di vê derbarê de Berpirsê Navenda Perwerdeya Zarokan a Kirmanşah Reza Mewzûnî got: ‘’Ji seranserê cîhanê 11 hezar û 543 zarok beşdarî wê pêşbirkeyê bûn ku 368 nîgar ji aliyê zarokên nav Îranê ce bo wê pêşbirkeyê hatibûn şandin.’‘

Mewzûnî wiha axifî: ‘’Di wê pêşbirkeyê de du zarokên Kurd bi navên Eşkan Ebasî (7) û Parsa Cemşîdpûr (10) karîn xelatê werbigirin. Herwiha navê pêşbirkê jî ‘’Kultura Welatê Min’‘ bû.’‘

Basnews
Top