Du zarokên Kurd xelata nîgarkêşiyê wergirtin
Di wê pêşbirkeyê de zarokên 52 welatên cîhanê beşdar bûn û du zarokên Kurd ên 7 û 10 salî karîn dîplomaya şanaziyê ya wê pêşbirkeyê bi navên xwe tomar bikin.
Di vê derbarê de Berpirsê Navenda Perwerdeya Zarokan a Kirmanşah Reza Mewzûnî got: ‘’Ji seranserê cîhanê 11 hezar û 543 zarok beşdarî wê pêşbirkeyê bûn ku 368 nîgar ji aliyê zarokên nav Îranê ce bo wê pêşbirkeyê hatibûn şandin.’‘
Mewzûnî wiha axifî: ‘’Di wê pêşbirkeyê de du zarokên Kurd bi navên Eşkan Ebasî (7) û Parsa Cemşîdpûr (10) karîn xelatê werbigirin. Herwiha navê pêşbirkê jî ‘’Kultura Welatê Min’‘ bû.’‘
Basnews