• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wênegirekî Kurd xelata zêr bidest xist

Gulan Media December 15, 2013 Hunerî
Wênegirekî Kurd xelata zêr bidest xist
Wênegirekî Kurd bi navê Luqman Rehîmî madalya zêr a beşa xwezayê ya Festîvala Navnetewî ya ’’Erd û Esman’’ bidest xist.

Ew Festîval ku salane û li welatê Sloviya tê lidarxistin, Rehîmî bi wêneyê balindeyeke Kurdistanê bi navê ’’Mêşesî’’ beşdarê festîvalê bû.

Rehîmî xelkê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ye, navbirî bi hevkariya îdareya jîngeha bajarê Urmiyê bi qasî du salan xwe li cîhê jiyana wê balindeyê vedişêrê ku bikare wêneyên wê bigire.

Mêşasî di nav deşta şewitî ya Bokanê de dijî û egera ji nav çûna nijada wê heye. Mêşesî di nav edebiyat û folklora Îranê de wek Sîmurx tê naskirin û xelk di wê baweriyê da ne ku balindeyeke efsanewî ye.

Basnews
Top