• Saturday, 29 June 2024
logo

Keçeke Kurd bû şaciwana Iraqê li Amerîkayê

Gulan Media November 19, 2013 Hunerî
Keçeke Kurd bû şaciwana Iraqê li Amerîkayê
Di ahengekê de ku revenda kurdî û iraqî li wîlayeta Chicagoyê têde beşdar bûn, keça Kurd Lavîn Omêd Heme ya 19 salî ku roja yekşemê wek şaciwana Iraqê li Amerîka hat destnîşankirin.

Lavîn derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got “Hilbijartina min wek şaciwana Iraqê ji bo min ne tenê nasnaveke. Şerefeke ji bo min ku ez bikaribim wî nasnavî bidest bixim”.

Lavîn a 19 salî, dema temenê wê 5 meh bûn tev malbata xwe ji bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê koçberî Amerîka bû.

Bavê Lavîn, Omêd di nava revenda Iraqî û kurdî de li wîlayeta Michigan bi firotina pîtzayê bi nav û deng e.

Li Michiganê, hejmarek gelek kêm a malên Kurdan hene, lê mezintirîn revenda Şîayên Iraqê û Kildanên Kurdistan û Iraqê tê de dijîn. Di heman demê de revendeke mezin a libnanî jî li wê wîlayetê ye.

Lavîn ku xwendekara beşa bayolojîk a zanîngehê ye, gelek geşbîn e û dibêje “Ev seretayeke ji bo destpêkeke nû ku dawiya wî gelek dûr e”.

Bavê Lavîn, Omêd li ser rûpela xwe ya Facebookê wêneya xwe û keç û malbata xwe belav kiriye û wiha nivîsandiye: “Lavîn wek şaciwana Iraqê li Amerîkayê hat hilbijartin. Rojeke gelek xweş bû ku keçeke Kurd serkeftî bûş. Ez spasiya her aliyekî dikin ku hatibûn ligel me”.

Rudaw
Top