Akademîsyenên kurd kovarek bi ingilîzî weşandin
Damezrêner û kordînatorê KSNê Welat Zeydanligolu ji Rûdawê re diyar kir ku ev cara yekemîn e ku bi zimanê ingilîzî bi şêweyekî zanistî kovarek derbarê Kurdan de derdikeve. Zeydanlioglu herwiha destnîşan kir ku hemû babetên di kovarê de destpêkê ji hêla pirsporan ve li ber çavan re têne derbaskirin û kovar dikare li ser înternetê (kurdishstudies.net) jî were xwendin.
Welat Zeydanlioglu bi bîr xist ku wan par meha cothemê li Hewlêrê di dema Kongreya Kurd ya Cîhanî de biryar wergirtine ku kovareke bi vî şêweyî derînin û piştî salekî ew gihiştine encama vî karî.
Nivîsa destpêkê ya hejmara yekemîn ya kovara Kurdish Studies kurdologê navdar Martin van Bruinessen nivîstiye. Herwiha 4 nivîsên babetî derbarê Kurdan de jî hene. Ji bilî wê, 6 nivîsên derbarê pirtûkên di dama dawî de derbarê Kurdan de hatine nivîsandin jî dikarin werin xwendin. Kurtiya van nivîsan ya bi zaravayên kurmancî û soranî jî di kovarê de hatine weşandin.
Li ser naveroka kovarê jî Welat Zeydanlioglu ev agahdarî dan:”Kurdnas Marti van Bruinessen derbarê lêkolînên li ser Kurdan de hem dîtinên xwe tîne zimên û hem jî bi kurtî behsa dîroka van xebatan dike. Ew herwiha behsa kamilbûna lêkolînên kurdî û pêşveçûnên vê derbarê de jî dike û rola erênî ya Kurdish Studies Networkê ya girêdayî heman mijarê jî dinirxîne. Ew di nivîsa xwe de destnîşan dike ku êdî haya akademîsyênên li ser Kurdan lêkolînan dikin bêhtir ji hev heye û bi kovarê gaveke cidî ya disiplînî hatiye avêtin. Ji bilê wê jî çar meqaleyên din hene; Derya Bayir babete di hiqûqa navnetewi de çarenûsa netewan nîqaş dike. Andrea Fisher-Tahir awirekî diavêje li ser çapemeniya Başûrê Kurdistanê ya nivîskî û hûrbîniyên derbarê ka ev medya çawe cih dide Enfalê rêz dike. Choman Hardi ji nava dîroka femînîstiya li Başûrê Kurdistanê analîzekî dike. Ya dawî jî profesor Ofra Bengio ku derbarê Kurdan de gellek pirtûk nivîstine, digel hevkarê xwe Bruce Maddy-Weitzman danînberheva diyasporaya kurdan û ya berberiyan dikin. Ji bilî van, di kovarê de li ser şeş pirtûkên ku di dema dawî de derbarê Kurdan de hatine nivîsandin analîz/rexne têne kirin.
Ji hêla din ve Zeydanlioglu da zanîn ku ew ê li konferans û pêşangehan jî kovara xwe bidin nasîn: “Wekî mînak, vê mehê li Libnanê derbarê Kurdan de konferansek heye, emê kovarê li wir jî bidin nasîn.”
Zeydanlioglu derbarê xebatên zanistî yên KSNê jî got ku ew dixwazin bibin navnîşana afirêneriya lêkolînên li ser Kurdan yên bi zimanê ingilîzî û wiha pê de çû: “Di nava armancên me de berfirehkirina vî karî, nûnertiya wê û bi taybetî jî destekdayîna akademisyenên ciwan hene. Em dixwazin di nava cîhana akademîk de cihê Kurdan jî nîşan bidin û berhemên vê derbarê de têne afirandin belav bikin.”
Derbarê siberoja kovarê de jî Zeydanlioglu da zanîn ku ew dixwazin hinek rêyan biceribînin û axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Em dixwazin siberoja kovarê misoger bikin û herikîna nivîsaran ya ji bo kovarê berdewam bike. Ger di dahatûyê de derfet çêbibin, emê konferansên babetî lidarbixin. Herwiha emê ji bo bidestxistina materyalan ji bo kovarê bi sazî û kesayetên cûre re bikevin têkiliyê de û em dixwazin projeyan amade bikin. Di nava van de hinek zanîngehên li Ewropa û Kurdistanê jî hene.”
Rudaw