• Saturday, 29 June 2024
logo

Komeleya Evdalê Zeynikê hat damezrandin

Gulan Media November 12, 2013 Hunerî
Komeleya Evdalê Zeynikê hat damezrandin
Komeleyeke çandî ya bi navê dengbêj û hozanê kurd ê navdar Evdalê Zeynikê li Agirîyê hat damezrandin. Piştî lêkolîn û lêpirsîneke berfire ya lêkolîner Fehmî Atmaca, îsal ciyê gora Evdalê Zeynikê li gundê Dutaxê li Melehesen hatibû destpîtkirin, û gora Evdalê Zeynikê ji aliyê hin welatparêzan ve ji nû ve hatibû çêkirin.

Komeleya Evdalê Zeynikê hat damezrandin
Hingê di nav komek kesên welatparêz da, fikra avakirina Komele yan jî weqfek a bi navê Evdalê Zeynikê pêşda hatibû û piştra wan dest bi xebateke weha kirin. Di roja çarê mijdarê (04.11.2013) de komele bi awayekî fermî hat damezrandin.

Li gor dazana damerênerên komeleyê, armanca komeleyê parastin û pêşdabirina kevneşopîya Evdalê Zeynikê û hunera dengbêjîyê ye. Ew ê, ji siyaseta partîyî, ji dîtinên dînî û îdelojîk dûr û serbixwe; tenê wek saziyeke çanda neteweyî bixebite. Di bernameya xebatê de vekirina "Mala Dengbêjan" cîyekî taybet ji bo kombûn û çalakiyên çandî veke û têxe xizmeta dengbêj û muzîkjenan. Hêvî ew e ku nifşên (nesîl) nû yên berê li vira bêne ba hev, bi hevra bidin û bistînin û ji hevdu sûdê wergirin.

Damezrênerên komeleyê ev kesina ne : Fehmi Atmaca, Mahmut Çamlıbel, Haluk Öztürk, İbrahim Kutlu, Necip Yılmaz, Mehmet Taşer (dengbêj), Selahattin Kaygusuz (dengbêj) ve Cesim Eytemiş (dengbêj) ...

Avestakurd
Top