• Saturday, 29 June 2024
logo

Amadekariyên 8. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê temam in

Gulan Media November 12, 2013 Hunerî
Amadekariyên 8. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê temam in
Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ku mezintirîn Festîvalên Fîlmên Kurd ên li Ewropayê ye, îsal a 8. lidar dikeve. Festîval dê bi beşdariya 23 fîlmên metraj dirêj, 45 dokûmanter û 50 kurte fîlman, di 15'ê Mijdarê de destpê bike û heta 24'ê Mijdarê dewam bike.

Amadekariyên 8. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê temam in. Festîval, ku mezintirîn Festîvalên Fîlmên Kurd li Ewropayê ye, wê di navbera 15-24'ê Mijdarê de li Hackney Picture House pêk were. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku îsal ji bo 300 fîlman serlêdan li wan hatine kirin û di encama nirxandina komîsyona hilbijartinê de biryar hatiye dayîn ku 23 fîlmên bi metraja dirêj, 45 dokûmanter û nêzî 50 fîlmên dem kurt bên nîşandan.

Fîlmên bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî), Tirkî Erebî û Îngilîzî wê hemû jêrnivîsa Îngilîzî werin nîşandan.
Li dû nîşandan fîlman dê derhêner û çêkerên fîlman derkevin pêşberî temaşevanan.

Di çarçoveya festîvalê de wê îsal cara yekemîn li ser navê Yilmaz Guney Pêşbirka Fîlman a Kurt were lidarxistin. Pêşbirk wê di beşa "Senaryo" de bê kirin.

Li gelek bîlboard, kargeh û rawestgehên otobusan ên gelek herêmên Londonê afîşên 8. Festîvala Fîlman a Kurd li Londonê hatin daliqandin.

‘BI TAYBETÎ ME CIH DAN ROJAVA’

Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê Sosyolog Ferhan Yildiz da xuyakirin ku festîval wê di navbera 15-24'ê Mijdarê de li du sînemayên cuda pêk were û got, "Di festîvala îsal de, dê hejmareke du qat ji festîvala par, fîlm bê nîşandan. Mijara bingehîn a festîvala îsal Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de wê dokûmanterê bi navê "The Silent Revulotion (Şoreşa Bêdeng) û The Last Cigaratte (Cixara Dawî)" bê nîşandan. Her wiha bi fîlmê "Before Snowfall" der barê kuştina jinan di bin navê toreyê de, em dixwazin peyameke girîng bidin."

‘SÎNEMAYA GELÊ XWE JI XWELIYA XWE AVA KIR’

Yildiz ragihand ku fîlmên di festîvalê de werin nîşan dan ji her zaravayên Kurdî hene û anî ziman ku dê bi Tirkî û Erebî jî fîlm bên nîşandan. Yildiz da xuyakirin ku li gorî wan dê ev festîval feydeyeke mezin li sînemaya Kurd bike û got, "Em sînemayê digihînin nifûsa Kurd, lê ya ji vê girîngtir ew e ku em pêşî li cîhanê vedikin ku li çîroka gelekî ku xwe ji xweliya xwe ava dike, temaşe bike."

ANF
Top