• Saturday, 29 June 2024
logo

Zoya stranekê ji bo Serêkaniyê amade dike

Gulan Media November 8, 2013 Hunerî
Zoya stranekê ji bo Serêkaniyê amade dike
Hunermenda Kurd a Rojavayê Kurdistanê Zoya 2 stranên nû tomar kirin û dixwaze di van rojan de wan bike klîp.

Zoya derbarê berhemên xwe yên nû de ji Rûdawê axivî û got“Heta niha ez kar li ser 2 stranên bi navê Serêkaniyê û Dayikê dikim”.

Zoya diyar kir ku strana Serêkaniyê straneke siyasî ye û behsa wan kesan dike ku welatên xwe ji bo xerîban vala dikin.

Zoya ku ev demeke li bajarê Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê dijî, herwiha got “Ez dixwazim di van nêzîkan de kilîpa her du stranan amade bikim ji bo ku li ser ekranên televizyonên Kurdistanê bêne weşandin”.

Karên stodyoyê yên her du stranên Zoya ji aliyê hunermendê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Rozbê ve hatine kirin.

Rudaw
Top