• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Cizîrê yekemîn akademiya ziman, wêje û dîroka Kurdî hate vekirin

Gulan Media October 26, 2013 Hunerî
Li Cizîrê yekemîn akademiya ziman, wêje û dîroka Kurdî hate vekirin
Li Cizîrê yekemîn akademiya ziman, wêje û dîroka Kurdî hate vekirin

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li Cizîrê yekemîn Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî li bajarê Qamişlo vekir.

Akademiya ku ev demeke dirêj e amadekariyên wê têne kirin bi navê "Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî ya Celadet Bedîrxan" bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de emdama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Saziya Malbatên Şehîdan, Konfedresyona Xendekarên Kurd ên Welatparêz, Tevgera Çand û Hunerê, Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê, endamên meclîsên gel ên taxên Qamişlo û bi sedan welatî amade bûn.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, rêvebera akademiyê Nisrîn Doko axivî û bal kişand ser şoreşa Zimanê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê. Doko, da zanîn ku gelê kurd di warê ziman de rastî gelek astengî û zehmetiyan hatiye, lê bi ked û berxedanê gavên mezin hatine avêtin.

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li dîrok û çandê. Ehmed, da zanîn ku rêjîma Baas bi hemû îmkanên xwe hewl daye ku çand û wêjeya gelan tune bike, di vê çarçoveyê de kesên xwedî li zimanê kurdî derdiketin xistine zindanan, lê îro diyar bûye ku îradeya gelan di dawiyê de bi ser dikeve.

Di Akademiya Ziman de wê di 25'ê cotmehê bi tevlîbûna 35 namzetên mamosteyan dewreya perwerdeya ziman bê destpêkirin. Di dawiya dewreya ku dê 3 mehan dom bike de, mamosteyên bawernameyên xwe digirin wê li dibistanan bêne peywîrdarkirin. (Hawar News
Top