• Saturday, 29 June 2024
logo

Derhênerekî kurd bi fîlmekê 13 xelat wergirtiye

Gulan Media October 21, 2013 Hunerî
Derhênerekî kurd bi fîlmekê 13 xelat wergirtiye
Fîlma bi navê “Messiyê Bexdayê” ku ji aliyê derhênerê kurd Sehîm Xelîfe ve hatiye çêkirin, di hefteyekê de 5 xelat wergirt.

Derhênerê kurd Sehîm Xelîfe ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku fîlma wî ya bi navê “Messiyê Bexdayê” di hefteyekê de 5 xelat wergir, bi vî awayî xelatên fîlma han bûn 13.

Sehîm Xelîfe kêfxweşiya xwe ji vê yekê nîşan da û got, ji ber ku cara yekê ye sînemakrekî kurd serkeftinek wiha bidest dixe.

Fîlma Mêssiyê Bexdayê di 5. Festîvala Bexdayê wek baştirîn fîlm hat destnîşankirin û xelatek wergirt, di 13. Festîvala Bêyrûtê de jî xelata baştirîn fîlm wergirt, di festîvala Îtaliya ya Vîsione Corte de jî xelata baştirîn fîlm her wiha xelata temaşevanan wergirt. Fîlma Messiyê Bexdayê di 10. Festîvala Sedîcicort ya Spanyayê de jî xelata temaşevanan wergirt.

Fîlma Messiyê Bexdayê behsa zarokekî kêmendam dike ku dixwaze mîna lîstikvanên arjantînî yê tîma Barcelona ya Spanya Leon Messî gol bavêje lê ji ber ku tenê pêyek wî heye nikare vê yekê bike.

Rudaw
Top