• Saturday, 29 June 2024
logo

Jinên kurd tecrûbeyên xwe parvedikin

Gulan Media October 20, 2013 Hunerî
Jinên kurd tecrûbeyên xwe parvedikin
Li bajarê Cloppenburga eyaleta Niedersachsen a Almanyayê hejmareke mezin ya Kurdan dijîn. Di bin banê şaredariya vî bajarî de keça ciwan a kurd Nahla Kanjo projeyên cuda ji bo jinên kurd yên li vî bajarî birêvedibe.

Heftiya borî jî li ser banga Nahla Kanjo 15 jinên kurd li Nivîsgeha Malbatan a Şaredariya Cloppenburgê gihiştin hev. Armanca vê hevdîtinê hem sohbet û hem jî pêguhertina şêwran bû. Çav li rê bû ku 7-8 jinên kurd beşdarî vê hevdîtina li şaredariyê bibin, lê di dawiyê de 15 jin hatin. Karmenda şaredariyê Nahla Kanjo jî ev eleqeya jinan bi pêşveçûna baweriya jinan ya bi xebata şaredariyê ve girêda.

Projeya hevdîtina jinan ya ji hêla Nahla Kanjo ve tê birêvebirin, wê mehê carekê jinan li hev bicive. Jin di vê projeyê de hem tecrûbeyên xwe yên derbarê perwerdeya zarokan, dibistan, serdanên daîreyan, jiyana rojane û kêşeyên malbatî gûftûgo dikin û hem jî dema derbarê babetan de şêwir ji wan re pêwist be, Nahla Kanjo yekser arîkariyê dide wan.

Berpirsê Nivîsgeha Malbatan a Şaredariya Cloppenburg, Norbert Schilmoller, diyar kir ku ew dixwazin bi vê projeyê beyî ku jin pirsgirêka zimên bijîn, bi kurdî tecrûbeyên xwe bi hevdu re parvebikin. Schilmoller herwiha bal kişand ser wê yekê ku destpêkê ne hesan bû ew baweriyê bidin mêrên kurd ku bipejirînin ku hevjînên wan tevlî projeyê bibin.

Li gellek bajarên Almanyayê bi armanca întegrasyona biyaniyan projeyên bi vî rengî têne birêvebirin. Lê ya Cloppenburgê mînaka serekî ye ku bi taybetî ji bo jinên kurd tê birêvebirin.

Rudaw
Top