• Saturday, 29 June 2024
logo

Dawî bi festîvala navnetewî ya Dihukê hat

Gulan Media October 18, 2013 Hunerî
Dawî bi festîvala navnetewî ya Dihukê hat
Duyemîn festîvala fîliman ya navnetewî a Dihukê îro bi dawî hat û aliyên serkeftî hatin xelatkirin.
Îro li bajarê Dihukê dawî bi duyemîn festîvala fîliman a navnetewî ya Dihukê hat.

Di destpêka merasimê de çendîn gotar hatin pêşkêşî kirin û behsa girîniya festîvala han hate kirin.

Piştî bi dawî hatina gotaran, aliyên serkeftî yên vê festîvala han hatin xelatkirin û di dema wergirtina xelatan de jî aliyên ku, xelat wergirtin her yek peyvek pêşkêş kirin û asta sînemaya Kurdî bilind nirxandin.

Duyemîn festîvala fîliman a navnetewî ya Dihukê di 10ê vê mehê de bi beşdariya hijmareke zêde ji derhêner, ekter û hunermendên navdar yên cîhanê destpê kiribû û îro bi dawî hat.
Top