Roja Cîhanî ya Mûzîkê li Hewlêrê bi kurdî hat pîrozkirin
![Roja Cîhanî ya Mûzîkê li Hewlêrê bi kurdî hat pîrozkirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/22354image1.jpg )
Duh roja cîhanî ya mûzîkê bû. Ji ber vê jî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê merasimek bi navê “Mûzîk peyama aştî û hezkirinê ye” ji aliyê rêveberiya hunerên mûzîkê ya Hewêrê ve hat lidarxistin.
Di merasimê de mûzîkjen û stranbêjên genc beşdar bûn û bi kurdî û biyanî stran gotin.
Dengbêjan jî hunera xwe di merasima roja cîhanî ya mûzîkê de nîşan dan. Dengbêjin mîna Selah Mihemed Koyî, Husên Şocaî, Kameran Ebdurehman û Hêmin Sarmemî kilam û meqam gotin.
Roja 6ê Cotmehê wek Roja cîhanî ya Mûzîkê ji sala 1975an ve ji aliyê UNESCO ve hatiye destnîşankirin û her sal tê pîrozkirin.
Rudaw