• Saturday, 29 June 2024
logo

Heyfa di filmeke nû de

Gulan Media October 1, 2013 Hunerî
Heyfa di filmeke nû de
Montêrê bi navûbang yê Misrê Mihemed Sebkî ragihand ku niha li gel stranbêja navdar a Libnanî Heyfa Wehbê girêbestek li ser encamdana filmeke nû ku Heyfa Wehbê rola serekî têde dilîze îmza kiriye.

Ew filim bi navê “Helawe Ruh”e ku behsa keçeke gundî dike û her weha ji aliyê derhênerê bi navûbang Samih Ebdulezîz karê derhênanê bo wê tê kirin.

Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku egera serekî bo hilbijartina Heyfa bo serkeftina wê di filma “Dikan Şehate” de ye ku ji aliyê derhênerê navdar Xalid Yusif hatibû encam dan e.

Xendan
Top