• Saturday, 29 June 2024
logo

Şehram Nazirî bo keçên Şînawê konsêrtekî dide

Gulan Media September 16, 2013 Hunerî
Şehram Nazirî bo keçên Şînawê konsêrtekî dide
Hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî ragihand, dê vê hefteyê li Tehrana paytexta Îranê konsêrtekê bide û beşek ji dahata wê konsêrtê wek alîkarî pêşkêşî xwendekarên gundê Şînawê yê rojhilatê Kurdistanê yên di bûyera şewatê de zirar dîtibûn, bike.

Hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Şerq a îranî ku îro (16.09.2013) hat belavkirin, diyar kir ku dê rojên pêncşem û îniyê (19-20ê Îlonê) li bajarê Tehranê konsêrtekê bide.

Nazirî da zanîn, dê beşek ji dahata wê konsêrtê wek alîkarî pêşkêşî xwendekarên keç ên gundê Şînawê yê bajarê Pîranşarê yê rojhilatê Kurdistanê bike ku di bûyera şewatê de mexdûr bibûn.

Şehram Nazirî ku xelkê bajarê Kirmaşanê yê rojhilatê Kurdistanê ye, ragihand ku piştî konsêrta Tehranê dê li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê jî bo nexweşên “cozamî” konsêrtekê bide.

Hunermendê navdar her wiha behsa konsêrta xwe ya 7-8ê Îlonê ya li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê jî kir ku bo piştevaniya “encumena parastina mafên nexweşiyên şêrpencê” hatibû sazkirin, kir.

Şehram Nazirî eşkere kir ku dixwaze bi hevkariya hinek hunermendên din encumenekê ava bikin ku bi rêka sazkirina konsêrtan û wergirtina alîkarî ji saziyên din zêdetir alîkariya nexweşxan û kesên mihtac bikin û wiha da zanîn: “Helbet emê zêdetir girîngiyê bidin deverên kurdî. Çimkî ez bixwe jî kurd im ya din jî kurdan di dîrokê de gelek êş dîtine.”

Roja 5ê Kanûna 2012, dibistana keçan a gundê Şînawê li bajarê Pîranşarê yê rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna sobeyê şewitibû û di bûyerê de 38 xwendekar şewitibûn ku 2 ji wan can dabû.

Nexweşên Cozamî (Cûzam) li Mehabadê:

Li rojhilatê Kurdistanê tenê li gundekî Mehabadê yê bi navê “Besrî” nexweşên Cozamî hene. Ji ber ku tirsa belavbûna nexweşiyê heye gundê Besrî bi tundî tê kontrolkirin û di bin çavdêriyê de ye.

Li gundê Besrî ku 18 km dûrî Mehabadê ye, 27 malbat dijîn ku 21 malbat bi nexweşiya Cozamê ketine. Nifûsa gund 68 kes e ku 49 kes cozamî ne. Temenê nexweşan di navbera 40-60 salan de ye. Li gundê Besrî tenê nexweşên Mehabadê nînin belkî hemû nexweşên cozamî yên Bokan, Serdeşt, Pîranşar û Şino jî hene.

Li gorî agahiyên endamekî encumena gundê Besrî, gundê Besrî 25 sal berê bûye cihê jiyana nexweşiyên cozamî û ji demê ve heta niha 10 nexweş ji ber mezibûna temen û nexweşiyên din mirine.
Top