• Saturday, 29 June 2024
logo

Festîvala Yilmaz Guney a Kurtefîlmên Kurdî birêve ye

Gulan Media September 10, 2013 Hunerî
Festîvala Yilmaz Guney a Kurtefîlmên Kurdî birêve ye
Bi hevkariya şaredariya Batman û ekademiya sînemayê ya Rojhilata Navîn (festîvala Kurtefîlmên Kurd ên Yilmaz Guney) tê sazkirin. Her weha serîlêdanên bo beşdarbûna festîvalê di 15 îlonê de bi dawî dibe.

Li gor daxuyaniya şaredariya Batmanê, Festîvala Kurtefîlmên Kurd ên Yilmaz Guney ev cara 4`emîn e ku tê lidarxistin.

Festîval dê di navbera 13-17 mijdarê de bê lidarxistin. Divê berhemên ku dê bikevine pêşbirkê hetanî 15 îlonê bên şandin.

Li gor daxuyaniyê, berhemên piştî vê dîrokê bên şandin dê neyên nirxandin. Di pêşbirkê de ji bilî kategoriyên kurtefîlm, fîlmên kurteçîrokî dê fîlmên metrajên wan dirêj û belgefîlm jî hebin.

Jêder: malpera şaredariyê
Top