• Saturday, 29 June 2024
logo

Humeyra jî êdî bi kurdî

Gulan Media September 5, 2013 Hunerî
Humeyra jî êdî bi kurdî
Ebdilrehman Bêlaf Berzencî, ku dora 1000 helbestên wî ji aliyê stranbêjên kurd ve hatine strandin, ragihand ku wî tekstek ji bo stranbêja navdar ya îranî Humeyra nivîsandiye.

Ebdilrehman Bêlaf di rûpela xwe ya Facebookê de belav kiriye ku helbesteke xwe daye hunermenda navdar a farisî Humeyra. Bi gotina Bêlaf, hunermend Celîl Endelîbî awaza stranê daniye û biryar e Humeyra wê di Newroza bê de bistirê.

Ev cara yekê ye ku Humeyra bi zimanê kurdî stranekê bêje. Ew niha li Amerîkayê, li Los Angelesê dijî

Rudaw
Top