• Saturday, 29 June 2024
logo

‘Stêrkên Arab Idol’ li Hewlêrê konsertê didin

Gulan Media August 28, 2013 Hunerî
‘Stêrkên Arab Idol’ li Hewlêrê konsertê didin
Stêrkên pêşbirka stranan a bi navê “Arab Idol” ku ji aliyê televîzyona MBC a erebî ve tê pexşkirin dê li bajarê Hewlêrê konsertekê bidin.

Pênc stêrkên pêşbirka stranan a Arab Idol ku di nav wan de keça kurd a başûrê Kurdistanê Perwaz Husên jî heye, dê sibê (28.08.2013) li Hewlêrê konsertekê bidin û ev konsert jî dê bi zindî di MBC de were weşandin.

Rêveberê ragihandina parêzgeha Hewlêrê Hemze Hamid derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Beriya konsertê dê saet 11ê danê sibê civîneke rojnamevanî ji hunermendan re bê sazkirin û piştî wê jî dê saet 20:00 konsert bê sazkirin.”

Hamid da zanîn, konsert dê li salona Tarîn a Hewlêrê bê lidarxistin û dê bi zindî ji aliyê MBC ve were pexşkirin.

Li gorî agahiyên rêveberê ragihandina parêzgeha Hewlêrê, navên hunermendên ku beşdarî konserta sibê dibin wiha ne: Perwaz Husên (Kurdistan) – Muhened Mersûmî (Iraq) – Ziyad Xorî (Libnan) – Ebdulkerîm Hemdan (Sûriye) – Selma Reşîd (Mexrîb-Fas).

Hat zanîn, konserta han dê di çarçoveya festîvala Hewlêr: Paytexta Tûrîzmê ya Welatên Erebî de tê sazkirin.

Rudaw
Top